Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Yekîtîya Ewropî sengîyê dixine ser Rusya û Gurcistanê bo bi domahî înana şerrê wan li ser Ossetia Başur

Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Yekîtîya Ewropî sengî û giranîyê dixine ser Rusya û Gurcistanê bo bi domahî înana şerrê wan li ser Ossetia Başur.

Wezîrê Derveyê Fransayê Bernard Kouchner û Wezîrê Derveyê Finlandîyayê Alexander Stop duhî yekşembîyê digel serokê Gurcistanê Mikhail Saakashvili kom bûn.

Herdu wezîran gotin ew naxwazin gazinda ji çi alîyekî bikin lê gotin pêdivî bi agirbestê û harîkarîya mirovanî heye.

Birêz Kouchner û Stop nexşa seredana Moskow îro duşembîyê yêt heyîn.

Karbidestên Amerîkî nîgeranin li ser vê kêşê û cîgirê serokê Amerîkî Dick Chaney karên Rusya li Gurcistanê bi karekî dijminkarî nasand û daxwaza vekêşana hêzên leşkerî yên herdu alîyan kirin bo wan ciha ewên jiberî şerrê eynîyê lêbûn.

Gurcistan dibêje firokên Rusya deverên dewr û berên Tiblisi payetextê Gurcistanê bombebaran kirin lê Rusya dibêjit Gurcistan berdewam e bombebaran kirina bi armanca Ossetia Başur, sereray daxwaza hikumeta Gurcistanê bo ragirtina şerrî.




XS
SM
MD
LG