Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwenkê Rosîya pitir diçite dinav axa Gorcistanê da


Karwenkê Rosîya pitir diçite dinav axa Gorcistanê da u 50 kîlomitra nizîkî Tibilsî ya paytext dibit. Ajansa peyaman ji wê deverê radgehînit ko 10 zirîpoş ji bajêrê Gorî ya şerî helweşandî derkeftin berev paytextî lê nizîkî gondê Igoetî rawestan.

Hêzêt Rosîya rêk da hindek harîkarîyêt mrovanî derbazî bajêrê Gorî bibin piştî rêkêt wî bajêrî çend roja hatîne girtin. Karbidestêt Gorcî yê bizavê diken biçine wî bajêrî lê heta noke bi pêşnyarekê razî neboyne ko polîsêt Osêtîya başur nobedarîyê li Gorî bikin. Karbidestêt Rosî evro gote peyamhinêran ko onbareka mezin ya çekêt sazê Amerîka dîtye li nizîkî bajêrê Senakî. Karbidestêt Amerîkî çi têbînî liser wê gotnê nedayne.

Bi alyekê dîve, rêkxistîya Zêrevanîya Mafêt Mrovan, Human Rights Watch got belge hene ko frokêt Rosîya bombêt Îşî berdayne ser Gorcistanê.

XS
SM
MD
LG