Welatên Yekgirtîyên Amerîka huşdarîyê da li ser
kiryara Rusya li Gurcistanê ku dê paşmayî yên dirêj li ser têkilîyên Rusya
ligel Rojava hebit.
Wezîra Derveya Amerîka xanim Condoleezza Rice di çavpêkeftinekê de digel kanalê
televizyonî ya Amerîkî duhî yekşembîyê got kiryara domahîyê ya Rusya
zîyanê gihandine derfeta têkelîbûna Rusya ligel Rojava.
Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates di hevpeyvîneke cuda da li heman kanale
televizyonî de got Welatên Yekgirtîyên Amerîka û hevalbendên wê pêdaçûnê li ser
hejmareka pêngavên dijî Rusya dikit û got hemu bijar li ber destin û ji wan
Rusya ji Komela Heyşt Welatên Pîşesazî yên Cîhanê.