Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên  Îsraîlî amadene ku 199 girtîyên Felestînî azad bikin


Karbidestên Îsraîlî dibêjin ew amade ne 199 girtîyên Felestînî îro duşembî azad bikin weku nîyazeke baş beramber serokê Felestînî Mahmud Abbas.

Di lîsta girtîya da navê kevintirîn girtîyê Felestînî Said'l Ateba û endamê parlamanî li ser lîsta partîya Feth Mahmud Ebu Elî heye. Herdu bi demê jîyanê hatibûne zîndanî kirin li ser hêrîşên kujek, dijî Îsraîlê.

Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert ev nexşe ragihand piştî danustandina digel serokê Felestînî Mahmud Abbas ku li demekî zû di vê mehê de hatibûn kirin.

Herdu rêberan careka dî dest bi danustandina li meha 11 ya sala 2007ê kirin bi armanca gehêştin bi rêkeftinekê bi domahîya vê salê.

Rêberên Felestînî xoşhalîya xwo li hemberî azad kirina girtîya dîyar kirin lê hindek geşbîn nebûn li ser gehêştin bi rêkeftina aştîyê ligel Îsraîlê bi domahîya vê salê.





XS
SM
MD
LG