Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanundanerên Rusyayê jibo Ossetia Başur û Abxazyayê serxwebûnê dixwazin


Qanundanerên Rusî dibêjin ku ew pênasînek weku welatên serbixwe bi herdu herêmên Gurcistanê yên veqetîyayî dikin. Ev bizav dê têklatîya Moskow bi Rojava re girifttir bike.

Hemu 130 endamên Civata bilinda parlamana Rusya îro duşem deng dan ku Ossetia Başur û Abxazya weke welatên serbixwe bêne naskirin. Çaverê tê kirin ku Civata nizim Duma jî îro ew biryarname pesend bike.

Peyivdarê civata bilinda parlamana Rusî (Konseya Federasyonê) Sergei Mironov dibêje mafê serxwebûnê yê Ossetia Başur û Abxazya heye.

Rusya ji destpêka salên 1990an were, ji dema ku herdu herêm ji Tbilisi veqetîyan û heta niha piştgirîya cudaxwazan kirîye û hindek mabû ku pênasîna wan wek welatên serbixwe bike.


XS
SM
MD
LG