Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq dibêjît Amerîka li ser vekêşana serbazan heta sala 2011 razî bûye


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêjît danustankarên Amerîkî û Iraqî razî bûne ku heta domahîya sala 2011 hemî serbazêt bîyanî ji Iraqê derkevin.

Belê karbidestên Amerîka dibêjin çi rêkeftinên dawîyê li ser wextek dîyar kirî jibo vekêşana serbazan nehatîye destnîşan kirin.

Birêz Malikî roja duşembîyê jibo grupek rêberên eşîretan li Bexdayê axift û wî gote wan rêkeftinek parastinê digel Amerîka divîya wextek destnîşan kirî bigihîte xwe ne weku wextekî vekirî.

Serokwezîrê Iraqê herwisa got ew dijberî daxwazek Amerîka ye ku dibêjît serbazên wî welatî divîya bi temamî nekevine ber rêveçûnêt qanuna Iraqê.

Peyivdarê Seraya Sipî Tony Fratto got danustandin berdewamin û helwesta Amerîka jî dubare kir ku paşvekêşana serbazan divîya girêdayî bit bi destûdarê rewşa Iraqê.


XS
SM
MD
LG