Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û lêkdanên nêvbera serbazên Turk û serhildayên Kurd berdewame

Şer û pevçûnên navbera serhildayên Kurd û serbazên Turk ranawestin. Karbidestên Turk ragihand nîvê şeva 30-ê Tebaxê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanên PKKê li navçeya Yedîsû ya bi ser Bingolê bi rokêt û çekên giran avêtin ser bingeheke leşkerî.

Di encama vê hêrîşê de 4 serbaz hatin kuştin 4 jî hatin birîndar kirin. Karbidestên Turk her weha got dora 40 serhilda di tarîka şevê de bi qasî 150 mîtroyan nêzî baregehê hatine û piştî hêrîşê di navbera serbaz û serhildayan de şer derketiye.

Hat ragihandin şer sa`etek û nîv berdewam kiriye û di encamê de 2 serhilda jî hatine kuştin û hin serhilda jî hatine birîndar kirin.

PKKê jî heta niha sebaret bi vê êrîşê daxuyaniyek nedaye. Li herêmê çavkaniyên serbixwe nîn da ku hejmara mirî û birîndaran piştrast bikin.

Her weha hat ragihandin artêşa Turk li herêmê li dijî serhildayên Kurd kiryareke mezin daye dest pê kirin. Hat ragihandin operasyona leşkerî ber bi navçeya Kixi ya Bingolê û navçeya Pulumur a Dêrsimê belav dibe.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG