Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermana çûl kirina New Orleans hat dan berî barova Gustav bigehîte Amerîka


Karbidestên Louisiana fermana çûl kirina wê wilayetê da berî barova Gustav roja duşembî bigehîte başora Amerîka.

Fermandarê bajêrê New Orleans Ray Nagin roja yekşembî daxaz ji rîniştevanên New Orleans kir da guhê xwe bidene fermana çûl kirinê berî barove bigehîte wî bajêrî.

Wî got hatin û çûn bi şev dihête berbend kirin û jimara polîsan du hind dibe û soz da her kesek talanê biket yekser dihête girtin.

Li sala 2005-ê ziyaneka mezin bi bajêrê New Orleans keft piştî barova Katrîna.

Serok Bush destûdarê tengavî ya federal bo wilayetên Louisiana, Mississippi û Alabama ragehand.

Barova Gustav ziyaneka mezin gehande welatên Kûba, Camayka, Haytî û Komara Domenîk û bi kêmî ve 80 hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG