Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Komarî civîna xwe ya yekem li Minnesota birêve bir


Komarîyan yekem roja civîna xwe ya niştimanî roja duşembîyê li bajarê St. Paul li wilayeta Minnesota birêve birin di demekê de ku nuneran û karbidestan bala xwe ji pirsên siyasî ve vezivirandin ser encama barovê li lêvava Kendava Amerîkî çêbûyî.

Hevjîya John McCainî berbijarê Komarîyan, Cindy digel Laura Bush xanima yekê ya Amerîka bi gotarên xwe pişikdarî vê civînê bûn û daxwaz ji nuneran kirin ku pişikdarîyê di bizavêt vejandina wê tofanê da biken.

Fermandarê wê Kendavê jî bi rêka vidyoyî gotarên xwe arasteyî civînê kirin.

Rojên rêûresmê hatine guhertin jiber ku McCain got dê ne di cihê xwe de bit pişikdarîyê di festîvalan de bikin li demekî ku Amerîkî digel wê barovê berev rûne.




XS
SM
MD
LG