Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarê bilindê leşkerî yê Amerîka li Iraqê tête guhartin


Karbidestên leşkerê Amerîkî dibêjin qumandarê leşkerê Amerîkî li Iraqê Genreal David Petraeus dê qumandarîya leşkerê Amerîkî li domahîya vê mehê bi cih hêlit û didite destê qumandar Raymond Odierno.

Karbidest dibêjin General Odierno dê li 16ê meha neh erkê qumandarê leşkerê Amerîkî li Iraqê wergirit.

General Raymond Odierno kesê duwê bû li qumandarîya leşkerê Amerîkî li Iraqê jiberî erkê xwe bi cih bihêlit li destpêka vê salê.

General Petraeus dê bite qumandarê navendîya hêzên Amerîkî li meha 10 û dê berpirsyar bit ji her meheka berfireh ji Efrîqa heta navenda Asya ku Iraq û Afganistanê digret.

Petraeus li meha du sala 2007ê bo berçav girtina karê 3000 serbazên Amerîkî yên zêdekirî ku ew di eger da karên tundûtûjîyê li welatî kêm bûn û rê da vekêşana pênc luwayên leşkerîyên Amerikî ji Iraqê.



XS
SM
MD
LG