Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên OPECê biryar daye ku berhem înana petrolê kêm bikin


Wezîrên petrolê yên rêkxistîya welatên ku petrolê berhem tînin anku OPEC biryar daye ku berhem înana petrolê heta nîv milyon bermîlan dinav her rojê da kêm bikin, piştî ku buhayet petrolê roja sêşembîyê gehîştine raddeya herî nizm dinav pênc mehêt buhorî da.

Ew biryare li demek de tête kirin ku serokê OPECê wezîrê hêz û têhna Çakib Xelîl roja sêşembîyê got weku xuya dê astê berhem anînê bi wî awayî heyî rabigrin.

Wî gote televîzyona Blumberg kêmbûna berhem anînê dê zerara wê zêdetir bit hetanî qazancê.

Petrola Erebistana Saudi jî herwisa da zanîn OPEC astê berhem anînê naguhorît, demê got bazarê petrolê di astengîyek temam da ye.


XS
SM
MD
LG