Qumandarê Leşkerê Amerîka dibêjît ew stratejîyek nû amade dike jibo şerrê li Afganistanê ku herdu alîyên tixubê Afganistan û Pakistanê digrîte ber xwe.
Admiral Mike Mullen dibêjît ew stratejîya nû dê çaresera tenê wî gotîye xirabkarîya hevpişka dinav rojhilata Afganistanê û herêmên eşîretên Pakistanê da biket.
Wî qumandarî roja çarşembîyê li civîna Kongresa Amerîka ew axaftin kirin.
Mike Mullen dibêjît Amerîka û hevalbendên wê nikarin li gor gotina wî rêka xwe ya serkeftinê li Afganistanê bikujin. Wi got Afganistanê pêdivî bi alîkarîya navnetewî heye da ku desthilata qanunî di welatî da û rewşa aborî bi pêş da bibet.
Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates herwisa li wê civînê bû û got şerrê bi rêberîya Amerîka li Iraqê gihîştîye yarîyek dawîyê û tundûtûjî dinav çar salên buhurîda niha kêmtir li her demî ye.