Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Raymond Odierno bûye fermandarê pillebilindê Amerîka li Iraqê


General Ray Odierno bûye fermandarê pillebilindê Amerîka li Iraqê û ew dê cihê wî generalî bigrît ku hatîye naskirin bi alîkarîya kêm bûna tundûtûjîyê li Iraqê û serdêrî kirina serbazên zêdetir li Iraqe.

Odierno roja sêşembîyê dinav rêûresmekê da li Bexdayê cihê General David Petraeus girt ku ji alîyê Wezîrê Berevanîya Amerika Robert Gates ve ew rêûresme birêve çû.

Gates pesna Petraeus da weku kesekî sergêrîya weçerxanekê li Iraqê kirîye û da zanîn ku erkê Odierno dê bîte berêvîn kirina destkeftên parastina Iraqê di demekê da ku hejmara serbazên Amerîkî li Iraqê kêm dibit û wî got Odierno dizanît eve demek girînge di wextê pêşveçûn li Iraqê hêj lerzok û bihêzin û huşyarî divê erkê rojê bit.




XS
SM
MD
LG