Amerîka 16 kompanyayêt bingehên wan li derveyê welatî û herwisa kesayetîyan tometbar kirîye bi berdest kirina kelûpelêt li Amerîka hatine çêkirin jibo Îranê ku dikarin jibo çekan û jibo meremêt din yên leşkerî bêne bikaranîn.
Roja çarşembîyê Wezareta Dadê 13 tometên gunehkarîyê dijberî heyşt kompanya û heyşt kesan ragihand ku ew kompanya û kes hatine tometbar kirin bi awayek neqanunî kelûpelêt Amerîkî kirîne û bo Îranê veguhastine.