Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîneka mezin hotêla Marriot li Islamabadê hejand


Polîsê Pakistanê ragehand ku bi sedema peqîneka mezin li hotêleka rojavayî li paytextê Pakistanê bi kêmî ve 40 kes hatin kuştin.

Çaverê dihête kirin jimara kuştiyên peqîna roja şembî ya li pêş hotêla Marriott ya Islamabadê zêdetir bibe.

Amadebûyên cihê peqînê dibêjin ew hêriş bi otombîleka bombrêjkirî hat kirin.

Ev peqîneş çend demjimêrekane piştî gotara serokê nuh yê Pakistanê Asif Ali Zardarî li pêş perlemanê Pakistanê, ku soz da berdewam bit li şerê dijî tîrorê.

XS
SM
MD
LG