Civata Neteweyên Yekgirtî bi tundî êrîşa bi lorîyek bombekirî li paytexta Pakistanê mehkum kir ku roja şembîyê di encam da alîyê kêm 53 kes hatine kuştin.
Wê civatê roja duşembîyê ragihandinek belav kir û ew êrîşe li Îslamabadê bi ser otela Mariott hatîye kirin weku kiryarek terorîstî cihê serzenişê binav kir.
Wê daxwaz kir ku birêveber, rêkxer û piştevanêt wê êrîşê pêşberî dadê bêne rakêşan.
Desthilatdarên Pakistanê gumanê dikin ku ew êrîş karê Talibanên ser bi El Qaide ve bît lê belê endamêt hevalbendêt Taliban roja duşembîyê red kirin ku ew grupe grupa neqanunî berpirsyarî wê êrîşê bît.