Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêxekî Saudî daxwaza kuştina mişka karton Mickey Mouse kir


Şêxekî Saudî ku bi resen xelkê Surîya ye fetwayek ragihand bo kuştina Mickey Mouse û ev yek dinav şêx û melayên Misilman de bûye egera miştûmiran.

Şêxê Saudî Muhammed Munacîd ku demekê li Washington wek dîplomatek Saudî kar kiribû gotibû li gor Îslamê mişk heywanên ne pakijin û wî ew mişka fîlm-kartonê wek xulamê şeytanî binav kiribû û gotibû lazime bête kuştin.

Gelek şareza û oldarên Îslamê şêxê Saudî şermezar kiribûn û dibêjin şaşkirina mişkên bi rastî bi yên film-kartonan cihê pêkenînê ye.

Şêx Muncîd niha ew fetwa kuştina Mickey Mouse înkar dike û dibêje "Min tenê dîtinên xwe anîbûn zimên."




XS
SM
MD
LG