Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran:  Sengî danana bo bernama navokî bisernakeve


Ragihandina fermî ya Îranê didete zanîn ku danûstankarê pillebilindê welatî soz daye liber givaşên derve zaxkirina uranyûma Îranê ranegrît.

Nunerêt Saîd Celîlî roja duşembîyê nameyek teslîmî serokê sîyaseta derveya Yekîtîya Ewropa Javier Solana kir ku raportên ragihandinê dibêjin ew gazindê diket givaşa rojava bo ser Îranê zerar gihandîye danûstandinan.

Ew name herwisa dê jibo wezîrên derveyên şeş hêzêt mezinêt cîhanê-Rusya, Çîn, Amerîka, Fransa, Brîtanya û Almanya- jî hatibû hinartin ku pêşnîyaz kirine sizayên zêdetir bi ser Îranê ve birêve biçin da ku wî welatî neçar biket zaxkirina uranyumê rabigret.

Peyivdarek Wezareta Derveya Amerîka wergirtina wê nameye piştrast kir lê belê got ji axaftinên eşkera li ser nayête kirin berî ku karbidestên Amerîka ligel hêzên din behsê wê namê dikin û bi awayek cuda Sekreterê Giştî yê NATO Jaap de Hoop Scheffer dibêjit ew bi guman e ku cîhan bikaribît rêkê li Îranê bigrît da ku bombeyek navokî çêneket.


XS
SM
MD
LG