Herdu rikeberêt hev yên Seraya Sipî hewl didin Barack Obama û John McCain roja çarşembîyê li wilayetên sereke yên meydana berîkanê bizavên xwe berdewam kirin rojekê piştî duhemîn ji sê miştûmirêt televizyonî yen xwe mehekê berî hilbijartinan encam dan.
Senator Obama berbijarê Demokratan serdana wilayeta Indiana kir; cihê ku weku adet dinav hilbijartinên serokatîyê da Komarî li wê derê bihêzin.
Obama behsê aborîya bêhêz ya Amerîka kir û soz da ku çareserîyê biket eger ew bête hilbijartin. Wi herwisa got Senator McCain kandîdayê Komarîyan û berbijara cîgiratîya wî fermandara Alaska Sarah Palin êrîşên nû dijberî kesayetîya wî bikar tînin da ku bala xelkê li ser aborîyê dûr bêxin.
McCain û Palin pişkek ji roja xwe li wilayeta Pennsylvania derbaz kirin; cihê McCain karnama rikeberê xwe xiste jêr pirsyarê.