Firoke û topxanên leşkerê Tirkî hêriş kirne ser bi deyan bingehên serhildayên Kurd li bakora Iraqê.
Di beyannamekê de leşkerî ragehand ku 31 bingehên serhildayên Partiya Karkerên Kurdistanê li devera Xiwakûrk li bakora Iraqê bombaran kirîne.
Peyvdarekê Partiya Karkerên Kurdistanê got endamên PKK di wan hêrşan de nehatîne kuştin.
Heftiya bûrî û di hêrişekê de bo ser bingehekê leşkerê Tirkî şerkerên Kurd 17 serbazên Tirk kuştin.
Herwesa di hêrişekê de bo ser otombîleka polîsî roja çarşembî heft kes li başora rojhelata Tirkiyê hatin kuştin.