Bazara sehmûsenedên Asyayê roja sêşembîyê bo roja duwê berdewam bilind bû paş zîyaneke mezin ya heftîya buhurî.
Paş biryara hikumetên cîhanê ya piştevanî kirina bankayên tuşî giriftê bûne û alikarîya bo jinuve rakirina sistema aborî, bazara Nikkei ya Tokyo bi giştî zêdeyî 14% bilindtir hate girtin ku di dîroka wê ya 60 salan de dinav yek rojê de ew bilindtirîn qazanca rojane bû.
Hang Seng ya Hong Kong zêdeyî çar li sedê, KOSPI ya Koreya Başur pênc li sedê û bazarên Fîlîpîn heft li sedê bilindtir hatin girtin.
Bazarên li Çînê, Taylandê û gelek welatên din herwisa di bazara sibehê de bilindtir bûn.
Li dawîya rojê çaverê tê kirin ku bazarên Ewropî û welatên din yên cîhanê ji bilindtir bibin.
Roja duşembîyê bazarên Welatên Yekgirtîyên Amerîka qazanceka mezin bidestve anîn.