Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û McCain di miştûmira dawîn de rûbirû bûn


John McCainê Komarî û Barack Obama yê Demokrat jibo cara sêyê û ya dawîyê dinav miştûmira serokatîya Amerîka da berev bi rûyê hevûdû bûn li ser wan taktîkên dinav bizavên hilbijartinê de bikar anîne û herwisa li ser alozîyet aborî û pirsêt din yêt navxwoyî.

Giriftên din yên darayîyên Amerîka bal kêşa di destpêka wê miştûmira nehvet xolekî da roja çarşembîyê li zankoyek New Yorkê birêve çû.

McCain rêbazek tund girte ber, li demekê de wî bizav kir careke din vegerîte meydanê piştî rayvegirtinan nîşan dan ku Obama li pêş e.

Senatorê Komarî ji wilayeta Arizona Obama tometbar kir li ber planêt wî yêt zêde kirina bacê li ser Amerîkîyêt dewlemend û wî herwisa meraqêt Obama red kirin jibo girêdana wî bi serokê niha yê nexweşdivî ve demê got "Ez serok George Bush nîme."

Senator Barack Obama yê Demokrat jî, ji wilayeta Illinois got McCain piştgirîya hevalê xwe yê Komarî birêz Bush kirîye li ser siyasetên wî yên sereke.


XS
SM
MD
LG