Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirti Ban Ki-moon daxwaz ji Îranê
kirîye jibo başkirina rewşa mafêt mirovan bizavêt zêdetir biket.
Dinav raportekê de ku roja duşembîyê teslîmî civata giştîya Neteweyên
Yekgirtî hate kirin Sekreterê Giştî got Îranê hinek pêşveçûn kirîye di
warê kêm kirina ferq û cûdahîya li dijberî jinan û kêmanîyan lê belê
hêjta pêdivî ye karek zêdetir biket heta bersiva standardêt mafên
mirovan yên navnetewî bidet.
Wî herwiha ragihand ku vê dawîyê hejmara îdaman zêde bûye, herçend Tehran li ser sîyasetên xwe yên sizaya mirinê de çûye.
Roja duşembîye cîgirê wezîra dada Îranê got tometbarên gênc yên bi
bazirganîya muxadderatê hatine hukm kirin îdî berev rûyê sizayê mirinê
nabin, lê yên bi kiryarên kuştinê hatine gunehbar kirin hêjta dê digel
sizayê îdamê berev rû bin.