Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê seredana Îranê dike


Serokê Herêma Kurdistana nîv-otonom ya Iraqê dibêje rêkeftina navbera Amerîka û Iraqê li ser mana serbazên Amerîkî sîberê naxite ser serwerîya Iraqê.

Serok Mesud Barzanî roja çarşembîyê li Tehrana paytextê Îranê ev axaftine kirin di konferanseke rojnamevanî de ku Wezîrê Derveyê Îranê Menûçer Muttekî jî têde beşdar bû.

Ajansên agahîyên Kurdî radigihînin ku rêzdar Barzanî tevî şandeyeke pille bilind seredana Îranê diket da ku behsa berjewendîyên hevbeş bikin.

Çaverê tê kirin ku rêzdar Barzanî digel serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad û mezine karbidestên din yên Îranê kom bibe.

XS
SM
MD
LG