Bazarên sehmûsenedên herêma Asya-Pasifîk roja duşembîyê bi şêweyeke tûj daketin xwarê jiber wan xemên sermayeguzaran ku aborîya cîhanê hê hêdîtir dibe her çende ku hikumet jibo mezin kirina aborîyê tedbîr cîbicîh kiribin jî.
Bazara Nikkei ya Japonê bi rêjeyeke kêm ya 26 salan hate girtin her çende hikumet tedbîr ragihandibûn bi armanca piştevanîya bazara sehmûsenedan ya welatî.
Wezîrê Darayî yê Japonê rêzdar Shoichi Nakagawa got hikumet amade ye ku bizavkê bike bo aram kirina buhayê yenê li demê ku Grupa heft wezîrên darayî û rêveberên bankên navendî daxuyanîyek ragihand ku têde dibêjin bilindbûn û daketina zêde ya buhayê yenê bûye metirsîya li ser aramîya rewşa darayî û aborîya cîhanê.
Bazara sehmûsenedên Manila bo 15 deqîqeyan rawestîya piştî ku sehmûsened bi buhayê 10%
hatin pêşkêş kirin. Bazara Fîlîpîn jî roje bi zêdeyî 12% girt.
Belê bazara Kospi ya Koreyê nêzî 1% bilind bû dema ku nûçeyek ragihand banka navendîya welatî rêjeya qazanca xwe ya serekî di nav mehekê de bo cara duwê qut kirîye.
Herwisa li Ewropa Rêxistîya Darayî ya Navnetewî (IMF) roja yekşembîyê rêkeftineke bi Ukrayna re ragihand ku ew dê 16 milyar dolaran wek qerz bide Ukrayna da ku bandora krîza aborîyê li ser wê kêm bibe.
IMF herwisa got ew dê jibo Macaristanê jî rêkeftineke alîkarîyê amade bike ku têde dê Yekîtîya Ewropî û hin hikumetên Ewropî jî karibin alîkarîyê bidin.
Roja yekşembîyê bazarên li piranîya Rojhilata Navîn jî bi şêweyeke tûj daketin xwarê.
Heftîya buhurî zîyanek giran li ser bazarên sehmûsenedên cîhanê qewimî. Roja heynîyê bazarên serekî yên sehmûsenedên Amerîkî bi rêjeya zêdeyî 3% hatin girtin.