Kompanya kartên qerz wergirtinê American Express ragihand jibo ku xercîyen xwe kêm bike ew dê karê heft hezar kesan bi dawî bîne.
Dibêje bi rêya 10% kêm kirina jimara karmendan ew dê ji ser xercîyên xwe karibin milyarek û 600 milyon dolar bi parêzin.
Kompanyayê got ew dê ji beşên birêvebirinê, teknolojî û bazar kirinê xercîyên xwe kêm bike.
Di vê navê de hate ragihandin ku jibo alîkarîya yek milyon kesên ku nikarin deynê xanîyên xwe bidin bernameyek nû ya Federal tête amade kirin.