Berbijarê Partiya Dîmokrat Barack Obama hêşta li pêş John
McCain yê Komarî ye, li demê ku herdu berbijar bi berdewamî seredana wilayetên
giring ji bo helbijartina roja sêşembî diken.
Sînator Obama roja şembî seredana wîlayetên Nevada, Colorado û Missourî dike.
Her sê wilayetên navhatî li
du helbijartinên serokatî yên sala 2000 û 2004 deng bo Partiya Komarî dabun.
Herweha Sînator McCain li wilayetên Pennsylvania û Virginia
bizavê dike piştevaniya dengderan bidestive bîne.
Bîrûra wergirtinên giştî we diyar diken ku Obama li Virginia û Pennsylvania li pêşe.