Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sibê li Amerîka hilbijartinên serokatîyê têne kirin


Di rojên dawî yên bizavên hilbijartinê de berbijarê Partîya Demokratîk Barack Obama û hevrikê wî yê ji Partîya Komarî John McCain di kombûnan de beşdar dibin li wilayetên kilîd yên hilbijartinê.

Stêrê muzîka rockê, Bruce Springsteen di kombûna bo Senator Obama da beşdar bû. Obama gazî dengderan kir ku jibo dawî li rêbazên cudaxwaz were ew dengên xwe bidine wî.

Senator McCain jî duhî li Pennsylvania dest bi bernama xwe kir. McCain li New Hampshire balê kişand ser cudahîyên di rêbazên xwe û yen Obama de.

Jimara dengderên li wilayetên Ohio û Pennsylvania 15% yê temamê dengderên Welatên Yekgirtî ye ku we çaverê tê kirin ku li van herdu wilayetan herdu berbijar dê dengên bi jimareke gelek nêzî hevudu wergirin. Ji vî alîyî ve serkeftina li van wilayetan jibo serkeftina di hilbijartinê de gelekî girîng e. McCain dê îro carek din biçe wilayeta Florida ya ku li hilbijartinên sala 2000, bûbû egera serkeftina serok Bush. Obama jî dê li roja xwe ya dawî li Virgina axaftinekê bike.

Vekolînên niştimanî nîşan didin ku Obama bi jimarek bilind hêjta li pêş e.

Obama roja şembîyê li wilayetên Nevada, Colorado û Missouri bizava xwe ya hilbijartinê birêve bir. Xuyaye ku Obama piştevanîya bo xwe zêde kirîye li van wilayetên ku di hilbijartinên salên 2000 û 2004 an de dengên xwe dabûn Komarîyan. Çaverê tê kirin ku Obama li wilayetên Nevada û Colorado serkeftinê bidestve bîne belê li Missouri herdu berbijar di pêşbirka hilbijartinê de gelek nêzî hevûdu xuya dikin.

Li Amerîka hilbijartin dê roja sêşemê bêne kirin lê belê li gelek wilayetan pêvajoya dengdana berî wext destpêkirîye. Wan 23 milyon dengderên ku berî wexet dengê xwe dane we tête bawer kirin ku piranîya wan dengê xwe dane Obama.

We tête çaverê kirin ku xelk bi jimareke nedîtî di hilbijartinên îsala 2008 de beşdar bibin. Obama û McCain ji xelkê re dibêjin bila guhê xwe nedine vekolînên gelerî û biçin dengê xwe bidin.

Hemu vekolînên gelerî nîşan didin ku Obama bi 6 puanan anku bi 50% li hember 44% li pêşîya McCain e.

XS
SM
MD
LG