Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas gefe dike ku ew beşdar nabe di danustandinên yekbûyîna Felestînîyan de



Hamas gefe dike û dibêje heta Feth li Kenara Rojava sengîya li ser komela wana îslamî ranegire. ew di danustandinên bi navberî kirina Misrê de beşdar nabe

Rêberên Hamas roja yekşembîyê gotin heke rayedarê Felestînî serok Mahmud Abbasê rêberê Feth li bajarê Hebron yê li Kenara Rojava dev ji girtina piştevanên Hamas bernede, rê nîne ku ew karibin beşdarî danustandinan bibin.

Di dawîya meha buhurî da serokê Felestînî Mahmud Abbas bi sedan karmendên tenahîyê da kar li bajarê Hebron jibo bi gotina wî weke beşek ji kiryara li dijî sucdaran û milîtanan.

Misr gazî Hamas, Feth û partîyên biçukên Felestînî dike da ku li nehê meha 11 li Qahîre kom bibin da ku kêşeya navbera herdu grupên mezin bi dawî bînin. Herdu komele li hev sor bûbûn demê ku li meha heft ya sala 2007, milîtanên Hamas şervanên Feth ji Devera Xezze deranîn û kontrola vî erdî bidestve xistin.

Roja pêncşembîyê Hamas ragihandibû ku ew dê berî danustandinên li Misrê, 17 endamen Feth yên girtî azad bike wek nîşana nîyaza baş.

XS
SM
MD
LG