Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka berê xwe daye rêveberîya nû ya ku divê ji alî Obama ve bête damezirandin


Serokê nû hilbijartîyê Amerîka Barack Obama dest bi damezirandina tîma xwe kir bo Seraya Sipî berî ku li 20ê meha yek bi rêya fermî dest bi kar bike. Mike O'Sullivan radigihîne ku paş hilbijartina dîrokî serokê nû dê rûbirûyê babetên gelek girîng ên navxweyî û navnetewî bibe.

Şeva sêşemê Barack Obama di axaftina xwe ya serkeftinê de behsa hin babetên li pêşîya netewa Amerîka ne kir. Dinav wan da şerrên li Iraq û Afganistanê, giriftên jîngehê û kêşeya aborîyê. Wî got dibe ku zehmetî û destpêkeke bi girift hebe lê belê ew bawer e ku pirsgirêk dikarin bên çareser kirin. Wî got "Heyecanek nû heye ku mirov dikare sûdê jê wergire, divê karên nû werin damezirandin, divê dibistanên nû bên ava kirin, divê li dij metirsîyan bê rawestandin û hevalbendîyên zîyan dîtî bêne tamîr kirin. Rêya li pêş me dûve dirêj e û evraza emê hilkişin bêkeys e. Dibe ku em nikaribin di salekê de bigihîjin wê derê û tew belku ne di doreke desthilatdarîyê de jî, belê Amerîka ez tucar bi qasî ku îşev hêvîdarim bi hêvî nebûme, em dê bigihêjin wê derê."

Li pêş rêzdar Obama wextekî bi qasî du meh û niv heye ku xwe amade bike jibo bi fermî wek serok dest bi kar bike û gelek miştûmir têne kirin li ser damezirandina rêveberîya wî. Hin di wê meraqê de ne ku ka gelo ew kesên jibo bizava hilbijartina wî kar kirin dê tevlî rêveberîya wî bibin an na bi taybet jî wek Wezîrê Xezînê. Gotegot hene ku dibêjin ew wezîfa girîng dê bikeve destê Paul Volcker keve ku li dema serok Ronald Reagan ûû li dema serok Bill Clinton jibo Wezîrê Xezîneyê Robert Ruben serokatîya Federal Reserve kiribû. Hinek jî di wê meraqê de ne ku gelo milyarderê navdar Warren Buffet yê ku piştevanîya Obama dike dê xwedî rolek be an na.


Dema ku serokê nû li meha yek sonda dest bi karkirinê bixwo dê xwedî piştevanîyek xurt be ji alî Kongresê ve. Ji destpêka dema serokatîya Clinton heta niha ev cara yekê ye ku Demokrat Seraya Sipî, piranîya kursîyên li Civata Nuneran û Civata Senatoran bidestve xistine. Belê dîsa jî dê pêdivîya wan bi piştgirîya Komarîyan hebe bi taybetî jî di Civata Senatoran da jiber ku 60 kursîyên pêdivî bi destê Demokratan neket ku biketa dê wan kariba bêy astengên bi navê "filibuster" karê prosedurî bi hêsanî birêve birina. Hin Demokratên ku ji wilayetên muhafazakar yên wek Virgina û Carolina Bakur hatine hilbijartin divê ku bi nermîrêyî hesabê karê xwe bikin.

Gelî guhdarên Radyoya Dengê Amerîka heke ku we xwest bala xwe bidine dirêjahîya vê raportê ji kerema xwe re guh bidine bernameyên me yên li ser radyoyê.



XS
SM
MD
LG