Serokê Sûrî Beşar Essed rexine li rêkeftina parastinê ya nêvbera Iraq û Amerîka girt û got ew rêkeftin Iraqê dikete bingehek bo hêriş kirine ser welatên cîran.
Birêz Essed helwêsta Sûrya dubare kireve ku hêzên Amerîkî li Iraqê bi helîkopterê li meha bûrî hêriş kirye ser gundekê Sûrî nizîkî tuxîvê Iraqê.
Serokê Sûrî roja yekşembî ew hêriş bi “destdirêjiya Amerîkî” nav bir û got hebûna serbazên Amerîkî li Iraqê “gefeka berdewame” bo ser parastina welatên cîranên Iraqê.
Washingtonê heta nuke ew hêriş pişt rast nekirye, lê karbidestên Amerîkî dibêjin ew operasyon li dijî karbidestekê bilindê El-Qayde buye.
Karbidestên Amerîkî û Iraqî berdewamin li danûstiandina li ser wê rêkeftinê ku moleta mana hêzên Amerîkî li Iraqê bo sê salan dirêj dike.