Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Haiti dibistaneke sê qatî hilweşîya


Li Haiti avahîyeke sê qatî ya dibistanekê hilşîya û di hilweşandinê da li kesên sax digerin. Di vê hilweşandinê de 88 kes jîyana xwe ji dest dan. Berpirsyar di vê bûyerê de dibêjin ku hêjî dibe ku gelek kesên windayî hebin û dibe ku hejmara dest ji jîyan bûyîyan zêde bibe.

Berpirsyaran berî ku makîneyên karê-giran têkevin nav karûbarên paqij kirinê jiboy derxistina zarokên sax gelek hewl didin xwe.

Dibistana dêrê ku nêzîkî paytext Port-au-Prince bû, bûbû mîna lodek çîmento û hesin û avahîyên derûdorê wê jî gelek xesar dîtibûn.

Xweyîyê dibistanê yê ku hate girtin di derbarê wî de lêpirsîn tê kirin.

Heftsed kes xwendekarên vê dibistanê hebûn, roja bûyerê nexuyabû ka çend kes ji wan xwendekaran li dibistanê bûn. Desteyên hewarçûnê yên Amerîka û Fransa jî alîkarîya vê xebatê dikin.


XS
SM
MD
LG