Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî hilbijartinê serok Bush cara yekê di hevpeyvîneke televizyonê de axift


Serokê Amerîka George Bush dibêjît wî hemî bizavêt xwe kirîne jibo piştgirî kirina leşkerî dinav van heyşt salan de ku ew li ofîsa serokatîye da bûye.

Dinav yekemîn hevpeyvîna xwe da ji demê hilbijartinên serokatîye ku heftîya buhurî bi domahî hatin, birêz Bush roja sêşembîyê li ser televizyona CNN'a Amerîka axift û got girîng e ku serbazêt welatî bizanibin ne tenê wan piştgirîya wî kiriye, belku ew li erkê wan da li rex wan rawestaye.

Ew sebaret dîdara xwe ya roja sêşembîyê li Seraya Sipî tevî Barack Obama yê bi serok hilbijartîyê Amerîka jî axift û got birêz Obama pêşwext girîngîya pîştgirîya hêzêt leşkerê welatî dizanît.

Birêz Bush qebul kir ku ew bi vê derencama dengdanê bi mixabin bûye lê got ew jibo birêz Obama daxwaza rojêt herî baş diket.

Serok Bush herwisa qebul kir ku ew peşîman e li wê gotara xwe ya li meha pênc sala 2003 dayî û got erk li Iraqê bi domahî hatîye û şerrê Iraqê bi serkeftin bi dawî hatîye.


XS
SM
MD
LG