Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kastro pêşbîniya çêbûna guhrînên mezin li demê serokatiya Obama naket


Rêberê berî yê Kûba Fîdêl Kastro şik û gumana xwe ragehand ku li demê serokê nu yê Amerîkî rêbazên Wîlayetên Yekgirtî bêne guhertin.

Di gotarekê de ku li malpereka internetê belav buye, Kastro navê serokê helbijartî Barack Obama neyna, lê basê wî kir û got karekê “sadeye” kesek we hizir bike ku “niyazên başên” yek kesê “jîr” bikaribe derencama “sedan salên xweperistî bi gure.”

Berî helbijartinên Amerîkî û di gotarekê de ku li rojnama Granma belav bu, birêz Kastro pesna birêz Obama da û got berbijarê Dîmokrat li John McCain yê Komarî zîrektire.

Ewêt halbijartina birêz Obama, Kastro yê 82 salî û birayê wî, serokê Kûba Raul Kastro bi şêweyekê rastewxo basê serokê nu helbijartî yê Amerkî nekirîne.

XS
SM
MD
LG