Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Welatên Yekgirtîyên Amerîka bo Libya dest bi kar dike


Amerîka piştî 36 salan jibo cara yekê balyozê xwe dişîne Libya ku dest bi kar bike û ev yek jibo baştir kirina têkelîya navbera herdu welatan gaveke girîng e.

Duhî Civata Senatoran destnîşan kirina dîplomat Gene Cretz bo posta balyozîyê pesend kir. Vekirina balyozxanê li Libya heta niha ji alî hin senatoran ve hatibû bipaşvexistin heta ku Libya tazmînatê da malbatên qurbanîyên kiryara terorîstî ya li sala 1980.

Libya meha buhurî milyarek û pênsed milyon dolaran wek tazmînat da malbatên qurbanîyan.

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice jî duhî li ser telefonê bi kurê rêberê Libyayê Muammer Qaddafî re peyivî û jê xwest ku girtîyekî sîyasî berde.


XS
SM
MD
LG