Hikumeta Iraqê ya bi sergêriya Şî'ayan, daxwazê ji qanundarêjên Sunnî diket bo piştevanîya rêkeftina parastinê bikin digel Amerîka, dinav wê dengdana girîng ya parlamanî da ku îro çarşembîyê birêve diçît.
Alîyê Şî'ayên Iraqê û Kurdan hin deng hene ku bi zehmet jî bît wê rêkeftinê linav civata 275 endamî da pesend bikin lê belê ew daxwazê li grupa serekeya Sunnîya nav parlamanê anku Beroka Tewafiqa Iraqî dikin, pişta wê rêkeftinê bigrin da ku revabunek mezintir bidine wê lihevhatinê.
Endamêt grupa Sunnî roja sêşembîyê gotin ew dê pişta wê rêkeftina navbera Iraqê û Amerîka bigrin eger parlaman wan reformên siyasî pesend biket ku derfetek pitir bidine wan dinav biryarên siyasî da.