Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemanê Iraqê dengdan liser rêkeftina parastinê paş êxsit


Serokê parlemanê Iraqê dibêjît endamêt parlemanê Iraqê dengdan liser rêkeftina parastinê ya navbera Amerîka u Iraqê heta roj Pênçşembî paş êxist.

Li dîv wê dengdana ku biryar bo roj Çarşembî bête kirin, rêka hêzêt Amrîkî dê ête dan bo sê salêt dî li Iraqê bimînin.

We bawer tête kirin ku Şî’e u Kurdêt Iraqê ji 275 endamêt parlemanî hind ding hebun ku da li dengdana roja Çarşembî derbazbona rêkefetinê misoger biken. Li heman dem, ew yê bizavê diken ku beroka Tewafuq ya serkî ya Sunnî li parlemanî qayil biken ku piştevanîya rêkeftina parastinê biken heta ku pitir rewaîyê bidene rêkeftinê.

Her liser vê çendê endamêt Sunnî li parlemanî yêt ser bi lîsta beroka Tewafuq got ew dê piştevanîya rêkeftinê ken heke parleman gohrînêt sîyasî biket ku pitir desthelatê bidene Sunnîyêt li nav parlemanê Iraqê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG