Desthilatdarên Iraqê raportê didin ku sê teqînêt cuda cuda li Bexdayê bûyîne egera kuştina du kesan û herwisa brîndar bûna alîyê kêm 16 kesên din.
Dinav vîdyoyek polîsî de hatîye ragihandin du kesên sivîl hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûyîne, dinav vê bûyera roja çarşembîyê da ku bû egera teqîna bombeyekê rexê rêkê bi otomobîlekê ve çêbûyî ya ku endamêt Civata Herêmîya Bexdayê bi xwere helgirt û li navenda meydana Firdews.
Dinav bûyerek din da çar polîs birîndar bûn, ew jî demê bombeyek rexê rêkê bi otomobîla wan, ya nobetdarîyê ve teqîyayî û bombeya sêyê jî li rojhilata bajêrî teqîya û di encamê da alîyê kêm du kes birîndar bûn.