Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl dibêje çekdaran li Mumbai bi kêmî 10 Îsraîlîyan rehin kirine


Karbidestên Îsraîlê dibêjin ku çekdaran li Mumbai bi kêmî 10 Îsraîlîyan li navenda Çabad rehin kirine.

Bi rêka helîkopterê qumandarê hêza Hindistanê îro înê çûne wêderê bo hewldana azad kirina wan rehîna û valakirina wê navendê.

Karmendeka ku li wê navendê aşvanî dikir ji avahîyê duhî pêncşembîyê serê sibehê digel kurekî du salî revîya.

Wezîrê Derveyê Îsraîlê ew hêrîş li Mumbai mehkum kir û got Îsraîl dê harîkarîya Hindistanê bi er rêka pê çêbibe biket.


XS
SM
MD
LG