Komeleya mafê mirovan ya bi navê Amnesty International anku bi Kurdî Lêxoşbûna Navnetewî huşdarî da ku bi hezaran xelkê Iraqî niha girtîne ji alîyê Hêzên Amerîkîve, rûbirû îşkence û îdamê dibin eger bêne teslîm kirin bo karbidestên Iraqê.
Wê grupê di belavnameyekeda duhî pêncşembîyê got piştî parlamana Iraqê, rêkeftina parastinê digel Amerîka da pesend kir sebaret dirêj kirina mana muhleta serbazên Amerîka li Iraqê heta sala 2011ê.
Grupa mafên mirovan Amnesty International anku Lêxweşbûna Navnetewî got rêkeftin çi silametî bo veguhastina girtîyan berdest nekirîye.
Wê grupê herwiha xem û nîgeranîyên xwe da xuya kirin sebaret bêtir ji 2000 Îranîyên ku pêwendî bi grupa rikebera Îranê bi navê Rêxistina Mucahiddîna Xelkê Îranê heye, yê ku li bakura Iraqê dimîne li bin parastina Amerîka.