Polisêt Iraqê ragehand li hêrişeka xwkoj li mizgefteka Şîa başora Bexda 9 kes hatine koştin u 15 kesêt dî birîndar bon.
Her heman jêder dibêjit, hêrişker li demê nivêjê xwe peqand u jinek dinav koştîyan da bo ko li nav wan nizîka daxazî diker.
Ev hêrişe hate kirin rojekê piştî perlemanî rêkeftineka parastinê digel Amrîka derbaz kirî ko li dîv wê rêkeftinê demê mana hêzêt Amrîkî li Iraqê heta sala 2011 hate dirêj kirin.
Hejî gotinêye lista serekî ya Sunnîya li Iraqê deng da wê rêkeftinê li beramber razîbona partîyêt Şîa ko heta domahîya heyva heft ya bêt rêfrandomeka giştî liser wê rêkeftinê bête kirin.
Herwisa partîyêt Şîa bi daxazêt Sunnîya razîbon bo gohorînêt sîyasî u berfreh kirna rola kêmanîyêt Sunnî di hikmetê da.
Sebaret wê peqîna Bexda u çend peyamêt dî liser Iraqê, peyamnêrê Dengê Amrîka li Bexda Goran Tewfîq raprtek hinartîye, dê şên gohê xwe bidene raportê bi rêka kilik kirna fayila dengî ya serî.