Karbidestên Amerîkî û Rusî li kombûna dawî ya li ser nehêlana çekan jiber cudahîya nêrînên wan li hev nekirin. Belê herdu alî radigihînin ku ew dixwazin danustandinê bidomînin.
Cîgirê alîkarê Wezîra Derveya Amerîka yê berpirsê nehêlana çekan John Rood dibêje li danustandina ku wan li Moskow kir, cudahîyên nêrînên herdu alîyan hebûn belê jiber ku herdu alî ji xemên hevûdû fam kirin, danustandin pêşketî bûn.
Alîkarê Wezîrê Derveyê Rusya Sergey Ryabkov jî gotibû ku herçende herdu alî nêrînên hevudu yen cuda neguhartibin jî, kombûn bi Moskowê xweş bû.
Babeta sereke ya kombûnê plana Amerîka ya bo dirust kirina sîstema parastinê ya bi muşekan bû li rojhilata Ewropa û herwisa danana fermaneke nû bo kêm kirina çekên navokî. Muhleta fermana vêga li dawîya sala bihêt temam dibe.