Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon tîma parastina niştîmanî ya serokê helbijartî Barack Obama agadar kirye liser nexşa vekêşanê


Wizareta berevanîya Amerîkî dibêjit karbidestêt mezin yêt leşkerî, tîma parastina niştîmanî ya serokê helbijartî Barack Obama agadar kirye liser nexşa vekêşana bi hizaran serbazêt Amerîkî ji Iraqê li sala bêt.Rêzdar Obama gotbo ko ew dixazit hêzêt Amerîkî heta 16 heyva ji Iraqê derkevin.Belê karbidestêt leşkerî ne got ka nexşa pentagon digel gotina rêzdar Obama rêk dikevît an ne.Di hevpeyvîneka telefizyonîda vê heftîyê wezîrê berevanîyî Robert Gates got, renge bi hizaran serbazêt Amerîkî piştî sala 2011 li Iraqê bimînin ko di bîte piştî moleta dîyar kirî li dîv rêkeftina digel Iraqê.Gates got ew hêz dê bi roleka dî karê xwe ket ne weko rola wan di pênc salêt borî da.Bi alîyekê dîve, cêgirê wezîrê navxue yê Iraqê gote pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ko ew 23 karbidestêt vê heftîyê hatîne girtin çi dest nebone di pîlaneka leşkerî da.

We hatîye bihîstin ko wan kesêt girtî bizav dikir ko careka dî partîya Beth ya serokê berê Seddam Husênî rêk bêxneve.

XS
SM
MD
LG