Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Amerîkî cihê hêzên Berîtanî li başora Iraqê digirin


Komandarê hêzên Amerîkî li Iraqê dibêje serbazên Amerîkî li destpêka sala bêt diçine başora Iraqê da cihê hêzên Berîtanî bigrin.

Ceneralê leşkerê Amerîkî Ray Odierno gote ajana Associated Press ku wî libere jimareka serbazên şerker û nizîkî 100 karmendên leşkerî hinêrîte Besre, ku diwem mezintirîn bajêrê Iraqê ye, dema vekêşana serbazên Berîtanî li wî bajêrî.

Roja şembî, perlemana Iraqê bernivîsa biryarekê ret kir ku da rêkê dete serbazên biyanî yên ne Amerîkî li Iraqê bimînin heta piştî dawiya salê.

Ew kanon da rêkê dete serbazên Berîtaniya, Australia, Estonia, Romania û El Salvador li Iraqê bimînin heta dawiya meha heft ya sala 2009.

XS
SM
MD
LG