Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî dengdanek kir bo dirêj kirina parastina Neteweyên Yekgirtî jibo mal û milkên Iraqîyan ji dadgehkirinên navnetewî.
Endamên Civata Tenahîyê bi temamê dengan biryarnameyekê derbaz kirin da ku parastina bo mal û milkên Iraqîyan heta meha 12 ya sala 2009 an berdewam be. Biryarnameya berê ya jibo parastina Iraqîyan li dawîya îsal bi domahî dihat.
Dahatîya nift û diravîyên din yên Iraqê di nav hesabekê de ye ku ji alî Neteweyên Yekgirtî ve çaverê lê tête kirin ku wek Alîkarîya Pareyî ya bo Pêşvexistina Iraqê tête nasîn û lazime jibo jinûve avakirina welatî bête xerc kirin. Hikumetên biyanî yan jî alîyên din yên ku bixwazin tazmînat û tolan ji Bexda bixwazin nikarin destê xwe dirêjî vê hesabê bikin.
Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî xweşhalîya xwe anî zimên li hember dengdana Civata Tenahîyê. Piştî di kombûnê de beşdar bû wî got biryarname nîşanek qewî ye ku nîşanî cîhanê dide Iraq weku dema Saddam Husên êdî ne metirsîyeke mezin e bo cîhanê.