Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israel huşdarîyê da Hamasê


Serokwezîrê Israelê Ehud Olmert behsa ya ew dibêje deqîqa domahîyê dike ku daxwazê ji Filistînîyan li Devera Xezze dike bo sengîyê bike ser rêveberê Hamas da avêtina muşekan bo nav Israelê rawestîne.

Rêzdar Olmert ew têbînî dan di demê hevpeyvînekê de digel bingehê televizyoneke Erebî El Erebîye li duhî pêncşembîyê di demekê de ku Israel natirse ku hêrîşa bike ser Hamas yan jî çi grupeke milîtan ya Filistînîyan.

Ew têbînî hate dan demê milîtanan muşek avêtin nav Israelê bo roja diduwê li du yek.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin bêtir ji heyşt muşekan li başura Îsraîlê roja çarşembîyê keftî belê çi birîndarî an jî kuştî nebû.

Ji alîyekî din ve karbidestên berevanîya Israelê dibêjin ku leşker xwe amade dike bo kiryareke dijî Hamas li Devera Xezze.

Wezîra Derveya Israelê Tzpi Livni herwiha soz da bo bersiva hêrîşa dijî Hamas û got Israel vê çendê qebul naket ku grupêt milîtana berdewam li ser hêrîşan li ser hevwelatîyên wê. Wê ev têbînî duhî pêncşemê dan li demê danustandinan digel serokê Misrê Husnî Mubarek li paytextê Misrê Qahire.


XS
SM
MD
LG