Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestînî: Bi kêmî ve 200 kes li hêrişên Israelî hatin kuştin


Karbidestên saxlemî yên Felestînî dibêjin li hêrişên asmanî yên Israelê dijî bingehên Hemasê bi kêmî ve 200 kes li Xeze hatin kuştin.

Karbidest dibêjin li hêrişên roja şembî herweha pitir ji 300 kes birîndar bun û dibêjin berpirsê polîsê Xeze Tewfîq Cebbar di wan hêrişan de hat kuştin.

Leşkerê Israelê ew hêriş piştrast kirin û hujdarî da ku operasyona leşkerî berfiretir dibe.

Giropa çekdariya Felestînî, Hemas, soz da tola wan hêrişa bike û bi muşekan hêriş kire ser başora Israelê, yek Israelî hat kuştin.

Girjî û aloziyên nêvbera Israel û Hemasê zêde bun piştî bi dawî hatina demê agirbesta şeş-heyvî ya nêvbera herdu aliyan li heftiya bûrî.

Serokê Felestînî Mehmûd Ebbas hêrişên Israelê mehkum kir.

XS
SM
MD
LG