Li du rojên hêrişên asmanî yên Israelî bo ser armancên giropa Hemasê li Xeze bi kêmî ve 280 Felestînî hatin kuştin.
Israel dibêje piraniya kuştiyan ser bi Hemasê ne.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, Adil Şemo şirovekarê Enstîtuya jibo Lêkolînên Siyasî li wîlayeta Maryland ya Amerîkî basê egerên hêrişên Israelê dike.
Dr. Adil dibêje bi egera helmetên helbijartinê li Israelê her aliyek dizaxit nîşan bidet ka ew çi qas zêdetir li berdem Hemasê xorte û dibêjit wê çendê peywendî bi rewşa siyasî ya Amerîka jî heye.
Bo guhdarî kirin, fayla dengî ya servey vê perê, rexê rastê, kilik bike.