Şevirdarek pillebilindê serokê nû hilbijartî Barack Obama dibêjît rêveberîya nû plan diket ku 675 hetanî 775 milyar dolaran xerc biket jibo dinedan û vejîyandina aborîya Amerîka ya di dakeftinê de.
David Axelrod roja yekşembîyê dinav hevpeyvînekê de tevî televizyona CBS got xerca wê planê hêjta biryar li ser nehatîye dan lê wi got piranîya aborîzanan hevbîrin ku rêveberî dê pêdivî bitin bi pişkek ji wî diravî bo vejandina aborî xerc biket û da zanîn pişkek ji plana dinedana aborîya birêz Obama kêm kirina bacê ye jibo xelkê Amerîka ku dahatek navencî hene.