Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl agirbesteke 48 demjimêran red dike


Karbidestên Îsraîl digotin ew hizrê li ser ragirtina êrîşên asmanî yên wî welatî bo muddehê 48 saetan li dijberî Hamas li Kerta Xezze dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert bahsê agirbesteke kurt muddeh kiribû ku rêke bidete alîkarîyan biçîne nav Kerta Xezze dinav kombûnek pişt dergehên girêdayî ligel Wezîra Derve û Wezîrê Berevanîyê ku roja sêşembîyê derengwext birêve çû.

Belê Îsraîl agirbesteke yekser bo muddehek 48 demjimêran digel Hamas red kir û got ew dê êrîşên xwe yên leşkerî li ser Xezze bidomînin.

Karbidestên Îsraîlê gotin serokwezîr Ehud Olmert pişti ku bişev digel wezîra dereve û yê berevanîyê danustendinek kir li ser lihevhatin û agirbesteke ku ji alî Fransa ve hatibû pêşkêş kirin, biryar daye ku ew agirbestê red bikin.

Li heman demî de leşkerê Îsraîlê îro çarşembîyê êrîşên asmanîyên zêdetir encam dan, têde bingeh û çeperên Hamasê li bajarê Xezze kirine armanc.

Karbidestên Felestînî dibêjin di encamê de alîyê kêm yek Felestînî hatîye kuştin.

Roja sêşembîyê balafirên Îsraîl êrîş kirine ser pitirî 30 armancên din, dinav da; avahîyên hikumeta Hamasê û çendîn veşargehên wê grupa milîtan bi dirêjahîya tixubê Xezze ligel Misrê.


XS
SM
MD
LG